Folklora Me, Hejmar 12

Kovara ku ji berhevkirinên folklorê pêk dihê, ji 3 mehan carekê çap dibe.

Hejmara hezîran, tîrmeh û tebaxê ya kovara “Folklora Me”yê çap bû. Di vê hejmarê da jî ji beşên cihê cihê yên folklorê nivîsên curbicur hene. Danasîna xurekan, xaçepirsa folklorê, gotar û keresteyên ji binbeşên cuda yên zargotina kurdî di binê sîwana vê hejmara da bi cih bûne.

Berhevkar û amadekaran vê hejmarê; stran, şabînok, meselok, mamik, xebrojk, beyt û îdyom ji bo “Folklora Me”yê amade kirine. “Hin îdyomên Erxenîyê-3”, “ Çend mamik ji Agirîyê”, “Du meselok ji Licêyê”, “Du kilam ji eşîra bêrtîyan”, “Du beytên Colemêrgê”, “Diz û siltan”, “Şabînok”, “Serhatîya kiça paşa” hin nivîsên vê hejmarê ne.

Herweha du guhertoyên meseloka/çîroka “Pîrê û dîk/Dîk û pîrê” ku her yek ji wan li herêmeka cuda hatîye berhevkirin, di vê hejmarê da cih digire. Kurdjan Sorî çîroka bi navê “Şev ritla roj xumkarî”yê ji herêma Botanê berhev kirîye. Digel van wekî hemû hejmaran, xaçepirsek li ser folklorê jî tê da heye ku Oktay Altûnî amade kirîye.

 Ji bo agahîyên zêdetir bitikînin.

Dîrok: 03.08.2022