Folklora Me Hejmar 10 

Kovara ku ji berhevkirinên folklorê pêk dihê, ji 3 mehan carekê çap dibe.

Hejmara kanûna pêşîn, kanûna paşîn û sibatê ya kovara “Folklora Me”yê çap bû. Folklora Me di her hejmareka xwe da, cih dide xebatên berhevkarîyê û hêmanên dîtbarî. Di hejmara 10ê ya kovarê da dîsa nivîsên ji beşên curbicur yên folklorê hene.

Xebroşka Mehpûs Serhedîyî ya Qerejdaxê, xebroşka Kurdjan Sorîyî ya bi navê Aqil û Siûd, tiştanokên Qelqelîyê, îdyomên Erxenîyê, hinek gotinên pêşîyan ji Herêma Botanê, Bawerîyên gelî, du stranên şînê û çîrokên wan li herêma Kûrecîkê hin nivîsên vê hejmarê ne.

Herweha pirtûka bi navê “Xoce Simayîl, Dînê Bîrewer” ku xebateka berhevkarîyê ye ji alîyê Alan Pîrêyî ve hatîye nirxandin, Mem Mukrîyanî çend pêkenokên balkêş ên herêma Farqînê berhev kirîye. Evîndar Şevînê Deşîfrasyona destana “Dewrêşê Evdî (Delal)” ku ji alîyê dengbêj Eda Mahdoyê ve hatîye gotin, kirîye. Ligel van Oktay Altûnî xaçepirsa folklorê amade kirîye.

 

Ji bo agahîyên zêdetir bitikînin

 

Dîrok: 04.01.2022