Hejmara pêncem ya kovara "Folklor û Ziman"ê çap bû. Folklor û Ziman di banê Weqfa Mezopotamyayê da, salê du caran (nîsan û çirîya pêşîn) derdikeve û kovareke bihekem û navneteweyî ye. Di kovarê da xebatên akademîk yên li ser folklor û zimanê kurdî cih digirin.

Hejmara pêncem ya kovara “Folklor û Ziman” derket. Di vê hejmarê da jî gotarên zanistî, analîza berheman bi awayekî berawirdkirî û nirxandina pirtûkan hene. Bi kurtasî em dikarin wisa behsa naveroka kovarê bikin:

Naveroka vê hejmarê ji sê beşan pêk tê. Di beşa yekem de gotar hene ku di vê beşê da sê nivîskar ji alîyê mijar û naverokê ve gotarên cuda û têrûtijî pêşkeşî xwîneran dikin. Xebata yekem ya vê beşê bi sernavê "Urf û Adetên li dor Rîtên Bihurê yên Zayînê: Nimûneya Herêma Sêwregê" gotara Mesut Candanî ye. Xebata duyem ya beşa gotarê nivîsa Mustafa Aslan e ku bi sernavê "Analîza Taybetmendîyên Hunera Dengbêjîyê" di kovarê da cih girtîye. Xebata dawî ya vê beşa gotarê jî nivîsa bi sernavê “Nirxandinek li ser Mîtosa Kawayê Heskinkar li gor Nêrîna Etno-Sembolîst û Mîtên Etnîk” e ku ew jî ji alîyê Habibe Plattağê ve hatîye nivîsîn. 

Ligel vê yekê di beşa analîza berheman da jî nivîsa Sevda Orak Reşitoğlu ya bi sernavê "Berawirdkirina Kovara Hawarê û Rêbera Rastnivîsînê ya Komxebata Kurmancîyê ji Alîyê Rastnivîsînê ve" heye ku nivîskar di vê xebata xwe da hewl dide balê bikşîne ser giringîya standardkirina zimên û têkilîya wê ya bi rastnivîsînê ra. Xwîner gava berê xwe bide beşa nirxandina berheman jî dê nivîsa Berivan Matyarê ya bi navê "Nirxandina Pirtûka"Zêrka Zêra, Cureyên Edebîyata Gelêrî ji Derdora Mêrdînê"" bibîne. 

Ji bo agahîyên zêdetir bitikînin.

Dîrok: 22.09.2022