Bi minasebeta sersala me kurdan, me xwast rapora fealîyetên xwe yên salekê bi we ra, par ve bikin.

2020-2021

KURSÊN ME

Kursa Rêzimana Kurmancîyê ya Nûjen-2: Weqfa Mezopotamyayê di 27ê çirîya pêşîn 2020ê da kursa duyem ya rêzimana kurmancîyê li dar xist. Di vê kursê da di çarçoveya rêzimana nûjen da li ser morfolojî, morfo-sentaks û sentaksa kurmancîyê gelek ders hatin dayîn. 85 kes beşdarî vê kursê bûn û ji ber pandemîyê hemû ders bi awayekî onlayn pêk hatin. Di kursê da gelek zimannasan dersên gelekî giring pêşkêş kirin. Ergîn Opengîn, Michael Chyet, Mîkaîl Bulbul, Samî Tan, Zana Farqînî, Sînan Gultekîn, Netîce Altun Demir, Umran Aran dersdarên vê kursê bûn û kurs bi awayekî serkeftî bi dawî bû... Ji bo agahîyên zêdetir bitikînin

Kursa Çanda Devkî û Berhevkarîya Berhemên Folklorê-2: Kursa Çanda Devkî û Berhevkarîya Berhemên Folklorê ya duyemîn hat lidarxistin. Ev kurs ji bo alîkarî û perwerdekirina wan kesan bû ku dixwazin li ser qada folklorê bixebitin. Kursa ku ji ber pandemîyê li ser platformên dîjîtal hat lidarxistin, rastî eleqeyeka zêde hat. 85 kes beşdarî vê kursê bûn û kursê heşt hefteyan berdewam kir. Kesên di qada xwe da pispor yên wekî Celîlê Celîl, Remezan Pertev, Necat Keskîn, Bedran Hîkmet Atlı, Eşref Keydanî, Mahpus Serhedî, Mem Mukrîyanî, Newzad Hirorî, Salihê Heydo, Zeyneb Yaş, Hêmin Omer, Deniz Gunduz, Cemîl Şêlazî, Seyda Goyan û Gulê Şadkam li ser zanista folklorê gelek ders pêşkêş kirin... Ji bo agahîyên zêdetir bitikînin

Kursa Rêzimana Kurmancî û Zimannasîyê ya bi Sertîfîka: Ev kurs ji dersên zimannasîyê û dersên rêzimana nûjen ya kurmancî pêk hat. Behrûz Şucaî • Beyanî Şahîn • Ergîn Opengîn • Jafer Şêxulîslamî • Mihemed Teqewî • Mîkaîl Bulbul • Mistefa Aydogan • Newzad Hirorî • Sînan Gultekîn • Umran Aran • Zana Farqînî dersdarên vê kursê bûn û kurs bi awayekî serkeftî bi dawî bû.

BERNAMEYÊN “ŞEVBIHÊRK”an

Ji bo payîza 2020 û zivistana 2021ê gelek bernameyên zindî hatin çêkirin. Gelek mêvanên hêja û naskirî yên wekî Zana Farqînî, Alî Kemal Çinar, Denîz Gunduz, Çetoyê Zêdo, Yavuz Akkuzu, Alî Tekbaş (Lawje), Ahmet Kirkan, Murat Bayram, Nadîre Guntaş Aldatmaz, Cemîl Guneş, Michael L. Chyet, Ehmed Huseynî, Robîn Xewla Ozer, Mehmed Salih Bedirxan, Zozan Yaşar, Luqman Ehmed têkildarî ziman, çand, huner, muzîk, sînema, şano û folklora kurdî beşdarî van rêzeweşanên zindî bûn. Bernameyên zindî ku li ser twitter, youtube û facebookê bi awayekî hemwext pêk hatin bi eleqeyeka mezin hatin pêşwazîkirin... Ji bo agahîyên zêdetir bitikînin

BERHEMÊN ME

Folklora Me: Kovara ku ji berhevkirinên folklorê pêk dihê, ji 3 mehan carekê çap dibe. Hejmara 7,8,9,10an çap bû

Folkor û Ziman: Folklor û Ziman, salê du caran derdikeve û kovareka bihekem û navneteweyî ye. Di kovarê da xebatên akademîk yên li ser folklor û zimanê kurdî cih digirin. Hejmarên 3 û 4ê çap bûn... Ji bo agahîyên zêdetir bitikînin

Kêşana Karên Kurdî: Berhema Mela Mehmûdê Bazidîyî ye ku ji bo hînkirina kurdî hatîye amadekirin. Yek ji giringtirîn berheman e ku di koleksîyona Aleksandre Jabayî da cih girtîye. Di vê xebata Bazidîyî da çar beş hene ku beşa yekem nirxandina berhemê, beşa duyem metina berhemê ya sadekirî, beşa sêyem metina berhemê ya latînîzekirî û beşa çarem jî kopîya orjînal ya berhemê ye. Di vê berhema tematîk da ji bilî morfolojîya karên kurdîyê, li ser sentaksa kurdîyê agahîyan giring hene... Ji bo agahîyên zêdetir bitikînin

Rahênanên Zimanê Kurdî: “Rahênanên Zimanê Kurdî” yek ji giringtirîn berheman e ku di koleksîyona Aleksandre Jabayî ya Destnivîsên Kurdî da cih girtîye. Alimê kurd Mela Mistefayî ev berhem ji bo fêrkirina kurdîya kurmancî ya A. Jabayî di 1860î da amade kirîye û berhemeka rahênanî ye. Ev xebata ku heta niha zêde nedihat zanîn yekem car e ji alîyê Weqfa Mezopotamyayê hatîye çapkirin... Ji bo agahîyên zêdetir bitikînin

KURDÎZAN 1: Kurdîzan, wekî seta hînkarîya kurdîyê ji sê astan pêk tê: Asta Destpêkê, Asta Navîn û Asta Bilind. Her ast ji du pirtûkan pêk tê: Pirtûka Dersê û Pirtûka Xebatê. Pirtûka Dersê li ser hînkirina temayên curbicur û mijarên rêzimanê radiweste, lê Pirtûka Xebatê tenê li ser rahênanên van temayan û mijarên rêzimanê radiweste. Ev pirtûk, pirtûka yekem a vê setê ye.

KOMXEBAT

Komxebata Termên Perwerdeyê: Bi tevlêbûna gelek pedagog, zimannas û lêkoleran Komxebata Termên Perwerdeyê hat avakirin. Armanca Komxebatê ew e ku termên perwerdeyê û têkildarî perwerdeyê bi kurdîya kurmancîyê were amadekirin û di dawîya xebatê da wek Ferhenga  Termên Perwerdeyê bihê çapkirin. Heta niha 6 komxebat çê bû.

Komxebata Kurmancîyê: Ji bo çêkirina ferhenga rastnivîsînê Komxebata Kurmancîyê îsal 12 komxebatên navneteweyî pêk anîn... Ji bo agahîyên zêdetir bitikînin

Pirtûkxaneya Kadrî Yildirimî: Malbata gorbehişt Qadrî Yildirimî pirtûkxaneya wî bexşî weqfa me kirin.

Gera Başûr: Me ji bo çêkirina têkilîyên xurt bi sazgehên akademîk, gelek zanko û dezgeh zîyaret kirin... ji bo agahîyên zêdetir bitikînin

Malpera me hat nûkirin www.youtube.com

KAMPANYAYÊN ME

Me di nav salekî da ji bo berhemên xwe çar kampanya pêk anîn.

Kampanyaya Sersalê  www.youtube.com

Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê www.youtube.com

Kampanyaya Newrozê  www.youtube.com

Kampanyaya 15ê Gulanê  www.youtube.com

Herweha di nav salekî da gelek aboneyên me çê bûn, şopînerên me zêde bûn, gelek dezgehan piştgirîya me kir. Em spasîya we hemûyan dikin

Mala We Ava be Sersala We Pîroz be

Dîrok: 13.01.2022