Folklora Me, Hejmar 11

Kovara ku ji berhevkirinên folklorê pêk dihê, ji 3 mehan carekê çap dibe. 

Hejmara adar, nîsan û gulanê ya kovara “Folklora Me”yê çap bû. Folklora Me di her hejmareka xwe da, cih dide xebatên berhevkarîyê û hêmanên dîtbarî. Di hejmara 11an ya kovarê da dîsa nivîsên ji beşên curbicur yên folklorê hene. Digel cureyên edebîyata gelêrî, bawerîyên gelêrî; nirxandina pirtûkekê û lîstikek jî hene.

“Meseleyên Xoce Nesredîn”, “Çend Serpêhatîyên Elîyê Gulêyî”, “Hin Îdyomên Erxenîyê-2”, “Metelokên Bûk û Xasîyan ji Devera Qelqelîyê”, “Hinek Bawerîyên Gelî ji Anatolîya Navîn” û "Lîstika Gumbila Gumbil” hin nivîsên vê hejmarê ne.

Herweha pirtûka bi navê “Çîrokên Kurdî”yê ku xebateka berhevkarîyê ye ji alîyê Evîndar Şevînê ve hatîye nirxandin. Nûredîn Vûralî çend tiştanokên balkêş ên herêma Erxenîyê berhev kirine. Hîkmet Yildizî çîroka bi navê “Cûcik”ê ji herêma Colemêrgê berhev kirîye. Digel van wekî hemû hejmaran, xaçepirsek li ser folklorê jî tê da heye ku Oktay Altûnî amade kirîye.

 Ji bo agahîyên zêdetir bitikînin

Dîrok: 20.04.2022