Kursa Rêzimana Kurmancî û  Zimannasîyê ya bi Sertîfîka

Weqfa Mezopotamyayê kurseka rêzimana kurmancî çê dike. Ev kurs ji dersên zimannasîyê û dersên rêzimana nûjen ya kurmancî pêk tê. Armanca me ew e ku di çerçoveya rêzimana nûjen ya kurmancî û zimannasîyê da, em perwerdeyê bidin û alîkarîya lêkoleran bikin.

Ev kursa navborî dê yazdeh hefteyan (22.10.2021 – 06.01.2022) dewam bike û ders dê li ser Zoomê bên dayîn. Kontenjana kursê bi 60 kesî sînordar e. Eger ku serlêdan zêde çê bibin, kontenjan dibe ku bê zêdekirin. Di nirxandina serlêdanan da, şertê sereke ew e ku kurdî baş bizanin, xebitîbin û bi kêmanî beşeka lîsansê xelas kiribin yan jî hîn dixwînin. Her dersek du saet in ku saetek pêşkêşîya mamosta ye û saetek jî pirs û bersiv in. Herweha kurs bêpere ye.

Serlêdan

1. Ji bo serlêdanê divê forma serlêdanê, bêyî kêmasî bê dagirtin. Ji bo formê vê lînkê bitikînin.

Forma Serlêdanê : http://wmezopotamyaye.org/form1

2. Serlêdan dê heta 22ê çirîya pêşîn (22.10.2021) bên qebûlkirin.

3. Di 24ê çirîya pêşîn da, kesên ku hatine hilbijartin dê bên agahdarkirin.

4. Ji bo mafê bidestxistina sertîfikaya beşdarbûnê, beşdar divê bi kêmanî beşdarî ji sedî heştêyê dersan bibin.

5. Beşdar divê bi navên xwe yên rastîn beşdarî dersan bibin.

Mamostayên Kursê: Behrûz Şucaî · Beyanî Şahîn · Ergîn Opengîn · Jafer Şêxulîslamî · Mihemed Teqewî · Mîkaîl Bulbul · Mustafa Aydogan · Newzad Hirorî · Sînan Gultekîn · Umran Aran · Zana Farqînî

Roj: Duşem û pêncşem

Saet: 20:00-22:00 (li gor saeta Dîyarbekirê)

Têkilî

WhatsApp: 090 (549) 440 2220

Bernameya Kursê

 

 

Dîrok: 14.10.2021