Em li ser çanda devkî û rê û rêbazên berhevkarîya folklorê kurseka bisertîfîka li dar dixin. Kurs dê sê mehan berdewam bike û di navbera dîroka 14.02.2022 û 05.05.2022an da pêk bihê. Ders dê rojên duşem û pêncşeman, di saet heştê şevê da (saeta Amedê) dest pê bikin û her dersek du saet in. Hemû ders dê bi rêya Zoomê bihên dayîn û kontenjana kursê bi 70 kesî sînorkirî ye. Eger serlêdan zêde çê bibin, kontenjan dibe ku bihê zêdekirin. Armanca me ji vê kursê ew e ku em ji bo kesên ku bixwazin li ser folklorê bixebitin alîkar bibin û ji bo rê û rêbazên zanistî yên berhevkarîyê perwerdeyê bidin wan. Zimanê perwerdeyê bi kurdîya kurmancî ye û kesên ku serî lê didin jî divê dîyalekteka kurdî baş bizanin.
 
Xalên Giring ji bo Serlêdanê:

1. Ji bo serlêdanê divê forma serlêdanê, bêyî kêmasî bihê dagirtin. Ji bo ku hûn bikarin dagirin divê pêşî hûn qeydîya endamtîya xwe çê bikin. Ji bo qeydîya endamtîyê lînka jêrîn bitikînin. lînka serlêdanê

2. Serlêdan dê heta 10ê sibatê bihên qebûlkirin.

3. Kesên ku hatine qebûlkirin yan jî nehatine qebûlkirin dê 12 sibatê bihên agahdarkirin. Ders dê 14ê sibatê dest pê bikin.

4. Ji bo mafê wergirtina sertîfîkayê, divê kursîyer bi kêmanî beşdarî ji sedî (%80) heştêyî dersan bibin.

5. Kurs bêpere ye.

Bernameya Kursê

Têkilî: 090 (549) 440 2220

Dîrok: 01.02.2022