(Ders dê rûbirû bên dayîn)

Em ê vê havînê li Wanê li ser folklora kurdî, li ser rê û rêbazên berhevkarîyê kurseka bisertîfîka û rûbirû li dar bixin. Kurs dê şeş rojan berdewam bike û di navbera dîroka 18.07.2023 û 23.07.2023an da pêk bê. Ders, her roj dê saet di 9.00ê (b.n) da dest pê bikin. Kurs bi 20 kesan sînorkirî ye. Armanca me ji vê kursê ew e ku em ji bo kesên ku dixwazin li ser folklorê bixebitin bibin alîkar û rê û rêbazên zanistî yên berhevkarîyê bidin wan. Zimanê perwerdeyê bi kurdîya kurmancî ye û kesên ku serî lê didin jî divê dîyalekteka kurdî baş bizanin. Herweha divê bi xwendin û nivîsîna zimanê xwe jî bizanin.

Xalên Giring ji bo Serlêdanê:

1. Ji bo serlêdanê divê forma serlêdanê, bêyî kêmasî bê dagirtin. Ji bo ku hûn bikarin dagirin divê pêşî hûn qeyda endamtîya xwe çêbikin. Ji bo qeyda endamtîyê lînka jêrîn bitikînin.

Lînk:  http://online.wmezopotamyaye.org/

2. Serlêdan dê heta 26.06.2023an bên qebûlkirin. 

3. Kesên ku hatine qebûlkirin yan jî nehatine qebûlkirin dê di 10.07.2023an da bên dîyarkirin. Ders dê di 18.07.2023an da dest pê bikin.

4. Ji bo mafê wergirtina sertîfîkayê, divê kursîyer bi kêmanî beşdarî ji sedî (%80) heştêyî dersan bibin.

5. Kurs bê pere ye. 

Bernameya Kursê

Têkilî

WhatsApp: 090 (549) 440 2220

 
 

Dîrok: 16.06.2023