DAXUYANÎ JI BO KURSA RÊZIMANA KURMANCΠ

Em wekî Weqfa Mezopotamyayê dixwazin kurseka rêzimana kurmancîyê çêbikin. Ev kurs dê li gorî rêzimana nûjen û di asteka bilind da be û bi giranî li ser mijarên morfolojî, morfo-sentaks û sentaksa kurmancîyê be. Armanca me ew e ku di çerçoveya rêzimana nûjen da em perwerdehîyê bidin û alîkarîya lêkoleran bikin.

Ev kursa navborî dê heşt hefteyan (27.10.2020 – 18.12.2020) dewam bike û ders dê li ser Zoomê bihên dayîn. Kontenjana kursê bi pêncî kesî sînordar e. Eger ku serlêdan zêde çêbibin, kontenjan dibe ku bihê nûkirin. Di nirxandina serlêdanan da şertê sereke ew e ku serlêder bi kurdî baş zanibin û xebitîbin û bi xebatên rêzimanê ra têkildar be. Şertekî din yê giring jî ew e ku divê serlêder bi kêmanî yan beşeka lîsansê dixwînin yan jî xelas kiribin. 

Serlêdan

1. Serlêdan dê heta 25ê çirîya pêşîn (25.10.2020) bihên qebûlkirin.

2. Ji bo serlêdanê divê forma serlêdanê bihê dagirtin û ji bo e-maila [email protected] bihê şandin.

3. 26ê çirîya pêşîn dê lîsteya kesên ku bihên qebûlkirin bihê îlankirin.

Têbînî:

1. Roj û saetên kursê li gor rewş û daxwaza beşdaran dibe ku bihê guhertin.

2. Ev kurs bêpere ye.

Forma Serlêdanê:

https://www.wmezopotamyaye.org/forma_serledane.docx

Bernameya Kursa Rêzimana Kurmancî:

https://www.wmezopotamyaye.org/Drafta_Kursa_Rezimana_Kurmanci.docx

Bîblîyografya:

https://www.wmezopotamyaye.org/bibliyografya.docx

Dîrok: 22.10.2020