DAXUYANÎ JI BO KURSA ÇANDA DEVKÎ Û BERHEVKARÎYA BERHEMÊN FOLKLORÊ 

Em dê wekî Weqfa Mezopotamyayê di 04.11.2020 - 19.12.2020an da 8 hefteyan (hefteyê du roj û her roj jî du saet) kursa berhevkarîya keresteyên folklorê bi awayekî online li ser Zoomê pêk bînin. Armanc ew e ku kesên bixwazin berhevkarîya folklorê bikin, bi rê û rêbazên zanistî perwerde bibin û bi vê perwerdehîyê bikarin bi awayekî baştir berhevkarîyê bikin, xebatên xwe arşîv bikin, berhemên xwe heta bi çap û weşanê amade bikin. 

Kontenjana kursê bi pêncî kesî sînordar e. Eger serlêdan zêde çêbibin, kontenjan dibe ku bihê nûkirin. Zimanê perwerdehîyê bi kurmancî ye. Di nirxandina serlêdanan da şertê sereke ew e ku serlêder, bi xwendin û nivîsandina kurdî baş zanibin û li ser folkora kurdî xebitîbin.

Serlêdan:

1. Serlêdan dê heta 2yê çirîya paşîn bihên qebûlkirin.

2. Ji bo serlêdanê divê forma serlêdanê bihê dagirtin û şandin.

3. 3ê çirîya paşîn dê lîsteya kesên ku bihên qebûlkirin bihê îlankirin.

Nîşe:

1. Roj û saetên kursê li gor rewş û daxwaza beşdaran dibe ku bihê guhertin.

2. Kurs bêpere ye.

Forma Serlêdanê

https://forms.gle/3HC4jvZwyr5hQM769

Bernameya Kursa Folklorê

http://www.wmezopotamyaye.org/Bernameya_Kursa_Folklore.docx

Dîrok: 22.10.2020