Em ê li ser folklor û edebîyata gelêrî, li ser rê û rêbazên berhevkarîyê kurseka bisertîfîka û rûbirû li dar bixin. Kurs dê du mehan berdewam bike û di navbera dîroka 28.01.2023 û 18.03.2023yan da pêk bê. Ders, dê roja şemîyê, saet di 1.00ê (pn) da dest pê bikin. Kurs bi 20 kesan sînorkirî ye. Armanca me ji vê kursê ew e ku em ji bo kesên ku dixwazin li ser folklorê bixebitin bibin alîkar û rê û rêbazên zanistî yên berhevkarîyê bidin wan. Zimanê perwerdeyê bi kurdîya kurmancî ye û kesên ku serî lê didin jî divê dîyalekteka kurdî baş bizanin. Herweha divê bi xwendin û nivîsîna zimanê xwe jî bizanin.

Xalên Giring ji bo Serlêdanê:

1. Ji bo serlêdanê divê forma serlêdanê, bêyî kêmasî bê dagirtin. Ji bo ku hûn bikarin dagirin divê pêşî hûn qeyda endamtîya xwe çê bikin. Ji bo qeyda endamtîyê lînka jêrîn bitikînin:

Lînk: http://online.wmezopotamyaye.org/

2. Serlêdan dê heta 16.01.2023ê bên qebûlkirin.

3. Kesên ku hatine qebûlkirin yan jî nehatine qebûlkirin dê di 23.01.2023ê da bên dîyarkirin. Ders dê di 28.01.2023yan da dest pê bikin.

4. Ji bo mafê wergirtina sertîfîkayê, divê kursîyer bi kêmanî beşdarî ji sedî (%80) heştêyî dersan bibin.

5. Kurs bê pere ye.

 

* Ji bo pirsên xwe hûn dikarin bi me ra têkevin têkilîyê.

Tel-WhatsApp: +090 (549) 440 2220

Dîrok: 09.01.2023