Em ji bo pozîsyona koordînatora/ê giştî ku bi me ra bixebite, li xebatkarekê/î digerin. Ev kar ji bo 18 mehan e û tamdemî ye. Kesên ku serî li me bidin divê bi kêmanî mezûnê lîsanseka çarsale bin û axaftin, xwendin û nivîsîna wan ya kurdî baş be. Kesa/ê ku bê girtin bi taybetî di van xalên li jêr da divê serkeftî be:

Warên Erk û Berpirsyarîya Koordînatora/ê Giştî:

  • Koordînasyon, birêvebirin û plansazîya xebatan
  • Şopandina fonan û nivîsîna projeyan ji bo fonan
  • Şopandina karên malî û îdarî
  • Avakirin û pêşvebirina têkilîyan bi damûdezgehên sîvîl û akademîk ra.


Ji bo vî karî şertên sereke ku divê hebin, ev in:

  • Xwedî tecrube be, di karên rêvebirî û plansazîyê da.
  • Bi kêmanî 3 sal tecrubeya xebatê hebe, di damûdezgehên sîvîl da.
  • Di asteka baş da îngilîzî bizane ku bikare projeyan ji bo fonan binivîse.
  • Ji bo xebatên kolektîf xwedî kesayetîyeka vekirî û ahengdar be.
  • Di warê çêkirina têkilîyan da xwedî şîyan be.

    *Kesên ku dixwazin bi me ra bixebitin divê heta 25ê Adarê CVyên xwe yên ku 2 referans jî tê da hene, ji me ra bişînin. Piştî wê, em dê nirxandina CVyan bikin û kesên ku bên hevpeyvînan dîyar bikin. Kesên ku ji bo hevpeyvînan bên dîyarkirin, dê bi rêya telefon û mailê bên agahdarkirin. 

E-mail: [email protected]

Telefon: 0 549 440 2220

Dîrok: 14.03.2022