Bi minasebeta sersala kurdî, Chalak Events û Weqfa Mezopotamyayê li Dîyarbekirê bernameyeka hevpar pêk anîn.

Bernameya sersalê di 14 kanûna paşînê da, li La Mînor Cafeyê hat pîrozkirin. Di vê bernameyê da şanoger Erdal Kaya, rapbêj Reqso bûn mêvan. Herweha gelek akademîsyen, şanoger, folklorîst, nivîskar, fenomen û hunermend beşdarî vê bernameyê bûn. Ev yekem bernameya “Spoken Word”ê ya Chalak Eventsê ye ku li Dîyarbekirê pêk hat. Mijara bernameyê; Sersala Kurdî, Şano û Muzîk bû.

Di destpêka bernameyê da damezrînerên Chalak Events yên Dîyarbekirê Gernas Nenasî û Wehdet Uçarê danasîna Chalak Eventsê kirin, Koordînatora Ragihandin û Medyayê ya Weqfa Mezopotamyayê Roza Sîerrayê behsa kar û xebatên weqfê kir. Herweha ji rêvebirên Weqfa Mezopotamyayê Zeyneb Yaşê, behsa giringîya xebatên folklorê û danasîna kovara “Folklora Me” û “Folklor û Ziman”ê kir. Piştî danasînê, Erdal Kaya behsa şanoya kurdî û projeyên xwe kir, Reqso û Sîmyager stranên xwe yên rapê gotin.

Yek ji konsepta vê çalakîyê ew bû ku temaşevan jî derdiketin ser dikê û mîkrofon ya wan bû û gelek temaşevan derketin ser dike. Hinekan ji wan helbest xwendin, hinekan stran gotin û hinekan jî çîrok gotin. Yek ji surprîza şevê jî stranbêj Kerem Sevînç bû. Kerem Sevînçî gelek stranên kurmancî û kirmanckî gotin. Berhevkarê folklorê Seyda Goyanî, behsa rîtûelên sersala kurdî kir û piştra payîzok û heyranok ji bo temaşevanan gotin. Ji mêvanên bernameyê; Sîdar Sevîm, Onur Kepenek, Gulan Mîzgîn û Serdar Canan derketin ser dikê û gelek stran gotin.

Herweha ji bo abonetîya salekê ya kovara “Folklora Me” û “Folklor û Ziman”ê pêşbirkek hat çêkirin û di dawîya bernameyê da 10 kesan abonetîya salekê bi dest xist. Bernameya Sersala Kurdî bi coşeka mezin bi dawî bû.

Dîrok: 16.01.2022