Hejmara 8an a kovara “Folklora Me” çap bûye. Di vê hejmarê de jî gelek nivîsên derbarê folklora kuran de cih girtine. Edîtoriya kovarê li gel nivîsên di encama berhevkariyê de derketine, cih daye nirxandinên derbarê karên folklorê de jî.
Hin nivîsên ku di vê hejmarê de hatine weşandin ev in:
“Loriyên Botanê” ya Lehî Botanî, “Kilama Heso” ya Celîlê Celîlî, “Xaçepirsa folklorê” ya Oktay Altûnî, “Sê hîkayetên Qereçobanê” Evrehmanê Bello, “Lihevanînokên Colemêrgê” ya Yûsif Hêşetî, “Kilorîk” ya Elîf Gunduzê, “Serhatiya Mendikî û strana wê” ya Yaşar Kaplanî, “Navên tax û mezrikên gundên Kûrecîka Meletiyê” ya Mahîr Ûgûrî, “Rewşa folklorê li Devera Behdînanê” ya Cemal Şêlaziyî.
Her weha rêzenivîsa “Çîrokên biwêjan” a Asmîn Ûyanikê bi nivîsa xwe ya 4an di nava rûpelên kovarê de cih ji xwe re dîtiye. (FD)
Çavkanî: bianet.org