Kursa Rêzimana Kurmancîyê ya Nûjen-2

Weqfa Mezopotamyayê di 27ê çirîya pêşîn 2020ê da kursa duyem ya rêzimana kurmancîyê li dar xist. Di vê kursê da di çarçoveya rêzimana nûjen da li ser morfolojî, morfo-sentaks û sentaksa kurmancîyê gelek ders hatin dayîn. 85 kes beşdarî vê kursê bûn û ji ber pandemîyê hemû ders bi awayekî onlayn pêk hatin. Di kursê da gelek zimannasan dersên gelekî giring pêşkêş kirin. Ergîn Opengîn, Michael Chyet, Mîkaîl Bulbul, Samî Tan, Zana Farqînî, Sînan Gultekîn, Netîce Altun Demir, Umran Aran dersdarên vê kursê bûn û kurs bi awayekî serkeftî bi dawî bû.

Dîrok: 15.12.2020