Hejmara adar, nîsan û gulanê ya kovara “Folklora Me”yê çap bû. Di hejmara 9ê ya kovarê da dîsa nivîsên ji beşên curbicur yên folklorê hene. Hin nivîsên ku di vê hejmarê da hatine weşandin ev in: “Li Gor Teorîya Etnosembolîzmê Destana Kawayê Hesinkar”, “Bawerîyên Gelêrî yên Agirîyê”, “Mamikên Berîya Mêrdînê”, “Lihevanînokek ji Geverê”, “Kilama Şerê Sêkanîya” û “Efsaneya Mem Şivanê Mîrê Mirazan”.

Herweha Kurdjan Sorî, Hikmet Yildiz, Jîyan Ozkan û Vîldan Sevîmê ji herêmên xwe xeberoşkên balkêş berhev kirine û Cemîl Şêlazî, jînnameya lêkoler û berhevkar Hecî Ce’ferî amade kirîye. Mehpûs Serhedîyî behsa hekîmîya gelêrî ya herêma Qerejdaxê kirîye. Ligel van Oktay Altûnî xaçepirsa folklorê amade kirîye.

Ji bo naveroka berfirehtir bitikînin

Ji bo sparişê bitikînin

*Ji bo abonetîya kovarê hûn dikarin bi me ra têkevin têkilîyê

Tel-WhatsApp: 0549 440 22 20

Dîrok: 29.05.2021