Baroya Diyarbekirê û Weqfa Mezopotamyayê bi alikariya hiqûqnas û zimanasan yekemîn Ferhenga Têgehên Hiqûqê ya kurdiya kurmancî amade kir. Ferhenga ku xeyala Tahîr Elçî jî bû ji aliyê 21 mafnas û zimannasan ve di 4 salan de hat amadekirin. Ferhenga ku bi 5 zimanên hatiye amadekirin dê de karhêsaniyê ji bo mafnas û welatiyan çêbike.
Li Bakurê Kurdistanê ji bo pêşvebirina zimanê Kurdî xebateke din jî hat kirin. Baroya Diyarbekirê û Weqfa Mezopotamyayê bi piştgiriya mafnas, zimannas, lêkolîner, nivîskar û rewşenbîrên Kurd ên ji çar aliyên Kurdistan û dîasporayê ev ferheng amade kir. Ferheng bi Kurdî, Tirkî, Erebî, Îngîlîzî û Farisî hatiye amadekirin.
Ferhenga Têgehên Hiqûqê yek ji xeyalên Tahîr Elçî bû û dema ku serokê baroyê bû fikira çêkirina ferhengeke kurdiya hiqûqê çêbûbû û biryar ji bo destpêkirina xebatê hatibû dayîn. Piştî wefata Tahîr Elçî heval û dostên wî xeyala wî cîbicî anîn, ji ber vê yekê ferheng dîyariyî Tahîr Elçî hat kirin. Endamê Desteya rêvberiya Baroya Diyarbekirê Mafnas Muhlîs Ogurgûl got; ferheng bi keda xebateke hevpar di çar salan de hatiye amadekirin û ji zanîngehên Herêma Kurdistanê jî pisporan di nav xebatê de cih girtin.
Endamê Desteya Rêveberiya Baroya Diyarbekirê Muhlîs Ogurgûl ji K24ê re ragot: "Di dadgeh û dozgeriyan de di mijara wergerandinê de pirsgirêk tên jiyîn. Welatî û parêzer nikarin bi zimanê xwe bi rihetî xwe îfade bikin. Ji ber vê kêmasiyê me bi xebateke dûrûdirêj ev ferheng amade kir."
Baroya Diyarbekirê û Weqfa Mezopotamyayê lijneya komxebata hiqûqê ava kiriye û ev komxebat ji 21 kesan pêk tê û ev kes pisporên hiqûqê, zimannas û lêkolîner in. Komxebat, li ser kurdiya têgehên hiqûqê dixebite û ji bo bikaranîna standard ya van têgihan hewil dide. Ji bilî endamên komxebatê gelek pisporên hiqûqê û lêkolînerên din jî beşdarî xebatan bûn û bi fikir û pêşniyazên xwe alîkariya amadekirina ferhengê kirine.
Cîgira Serokê Weqfa Mezopotamyayê Gewher Atli jî di nav xebatên amadekirina ferhengê de cih girtiye. Gewher Alti dibêje; ev ferheng di encama 22 komxebatan de hat amadekirin û di van komxebatan de me li ser kurdiya têgihên bingehîn yên zanîsta hiqûqê nîqaşên berfireh kirin.
Gewher Atli dibêje: "Em her di 15 rojan de careke diciviyan, me serê saet 9'ê sibehê dest bi xebatan dikir û heta 6'ê êvarî berdewam dikir. Me çar-pênç caran jî li derveyê Diyarbekirê civînên xwe pêk dihanîn. Gelek ferhengên cûda hebûn lê vê carê zimannas û hiqûqnas civiyan û bi hev re ev ferheng amade kir."
Ferheng ji dû beşan pêk tê. Beşa yekem li ser bingeha kurdî hatiye dariştin û tê de hem kurdiya têgihan û hem jî pênaseyên bi kurdî hene. Beşa duyem jî wekî pêveka vê ferhengê ye di vê beşe de jî û tirkî, kurdî, îngilîzî, farisî û erebiya têgihan hatiye rêzkirin. Di ferhengê de têgehên şaxên hiqûqa sizayî, medenî, karî, bingehîn, gelemperî, navnetewî, kargerî, bazirganî, îcrayî û giştî cih digirin. Rêveberên komxebatê amaje dikin ku ev ferheng dê di dadgehan de karê wergêran jî hêsan bike û xebatên ji bo pêşvebirina Kurdî dê berdewam bikin.
Çavkanî: K24