Folklor û Ziman ku di bin banê Weqfa Mezopotamyayê da, salê du caran (nîsan û çirîya pêşîn) derdikeve û kovareka bihekem û navneteweyî ye. Di kovarê da xebatên akademîk yên li ser folklor û zimanê kurdî cih digirin.

Di vê hejmara sêyem da gotarên li ser folklor û zimanê kurdî, nirxandina pirtûkan û analîz û deşîfrasyon hene. Gotarên ku di vê hejmarê da cih digirin weha ne: “Varyantê Qiral Oîdîpusî yê Kirmanckî û Sînorê Nasnameyê Kulturî” (Nadîre Guntaş Aldatmaz), “Navên Jîngeh û Teşeyên Erdnîgarî li Herêma Dêrikê (Lêkolîneka Onomastîk)” (Serdar Öçal), “Lîstikên Zarokan yên Qedîm û Berdewamîya Wan li Devera Hekarîyê” (Kenan Subaşı), “Geşedana Hişî û Zimanî di Serdema Zaroktîya Pêşîn da” (Cemil Güneş), “Destnivîska Mela Mistefayî ya “Rahênanên Zimanê Kurdî” (Nirxandin, Metin)” (Mikail Bülbül-Mustafa Öztürk).

Di beşa nirxandina pirtûkan da jî du pirtûk hene. Yek jê ya Nadîre Guntaş Aldatmazê ye ku romaneka kurdîya kirmanckî ye û bi navê “Pîltane”yê ye û Surya Human nasandin û nirxandina wê kirîye. Pirtûka din jî ya Xêrî Şengalîyî ye ku bi navê “Li Çiyayê Şingalê Qebqeba Kewê Nêr e, Komeka Têkistêt Folklorê Êzdiyan” e û Hikmettin Atli nasandin û nirxandina wê kirîye.

Hûn dikarin ji bo sparişê lînka jêrîn bitikînin

https://www.mezopotamyapirtuk.com/

*Ji bo abonetîya kovarê hûn dikarin bi me ra têkevin têkilîyê

Tel-WhatsApp: 0549 440 22 20

Dîrok: 01.06.2021