Kovara kurdî ya bi navê Folklor û Ziman di bin banê Weqfa Mezopotamyayê û bi piştgirîya gelek akademîsyenên kurd bi jımara xwe ya duyem derket. Kovar navneteweyî û bihekem e.

Hejmara ewil dê di Adara 2020an da hatibû weşandin. Di kovarê da xebatên akademîk yên li ser folklor û zimanê kurdî cih digirin. Di çerçoveya folkora kurdî da mijarên wekî edebîyata gelêrî, adet û tore, bîr û bawerîyên gelêrî, jîyana rojane, zanyarîyên gelêrî, ferhengên herêmî, têgehên folklora kurdî, berhevkarî, xebatên meydanî û her wiha lêkolîn û nivîsên derbarê etnografyaya kurdî da yên wekî afirandina berhemên hunerî, cilûberg, alavên malê û cotkarîyê, xemlûxêz, xişir hwd. dihên weşandin. Di çerçoveya xebatên zimanî da jî her cure mijarên têkildarî fonolojî, morfolojî, sentaks, morfosentaks, zimannasîya civakî (sosyo-lînguîstîk), zimanzanîya îranî hwd. cih digirin. Zimanê kovarê kurdî ye (kurmancî, soranî, zazakî, goranî).

Kovara Folklor û Ziman, bangewazî li hemû pispor, akademîsyen û lêkolînerên qada xebatên kurdî dike û dê bi rêbazeka akademîk û zanistî cih bide her cure nivîsên wan yên li ser kurdî. Kovar bi nêrîneka multîdîsîplînî, nivîsên wan yên derheqê ziman, çand û folkora kurdî da bi dilxweşî pêşwazî dike. Di kovarê da nivîsên di forma gotar, werger, danasîna sempozyum, pirtûk û tezan da jî diweşin.

Hekemtîya vê hejmarê  van akademîsyenan kiriye:

  • Prof. dr. Farouk Ismail
  • Prof. dr. Tahirhan Aydın
  • Doç. dr. Mustafa Aslan
  • Doç. dr. Nesim Sönmez
  • Dr. Ahmet Kırkan
  • Dr. Hemin Omar Ahmad
  • Dr. İbrahim Bingöl
  • Dr. Kenan Subaşı
  • Dr. Necat Keskin
  • Dr. Nurettin Beltekin
  • Dr. Ramazan Pertev
  • Dr. Zülküf Ergün

Hûn dikarin Kovarê ji Weqfa Mezopotamyayê bixwazin yan bibin abone. Wekî din jimara yekem jî ji ser dergîparkê wek pdf bixwînin.

 Têkilî (whatsapp): +90 549 440 2220

Ji bo şandina gotaran: https://dergipark.org.tr/tr/pub/folklorziman

Çavkanî: Çandname

 

Dîrok: 24.11.2020