Kursa Çanda Devkî û Berhevkarîya Berhemên Folklorê-2

Weqfa Mezopotamyayê Kursa Çanda Devkî û Berhevkarîya Berhemên Folklorê ya duyemîn li dar xist. Ev kurs ji bo alîkarî û perwerdekirina wan kesan bû ku dixwazin li ser qada folklorê bixebitin. Kursa ku ji ber pandemîyê li ser platformên dîjîtal hat lidarxistin, rastî eleqeyeka zêde hat. 85 kes beşdarî vê kursê bûn û kursê heşt hefteyan berdewam kir. Kesên di qada xwe da pispor yên wekî Celîlê Celîl, Remezan Pertev, Necat Keskîn, Bedran Hîkmet Atli, Eşref Keydanî, Mahpus Serhedî, Mem Mukrîyanî, Newzad Hirorî, Salihê Heydo, Zeyneb Yaş, Hêmin Omer, Deniz Gunduz, Cemîl Şêlazî, Seyda Goyan û Gulê Şadkam li ser zanista folklorê gelek ders pêşkêş kirin.

Dîrok: 19.12.2020