Xebata Termînolojîya Folklorê

Weqfa Mezopotamyayê ji bo ku folklora kurdan bihê berhevkirin û arşîvkirin xebatan dike. Heta îro sê komxebatên mezin bi armanca nîqaşkirina mijarên wekî standardîzasyona têgihên kurdî yên ku di warê zanista folklorê da dihên bikaranîn û pirsgirêkên senifandina berhemên folklora kurdî, hatin lidarxistin. Di van komxebatan da ku gelek pispor û akademîsyen beşdar bûbûn, nîqaşên dûrûdirêj yên li ser termînolojîya folklora kurdî û senifandina berhemên folklorê hatin kirin. Encamên ku di van komxebatan da derketin, tev li xebata “Rêbera Berhevkirina Berhemên Folklorê”, dê ji alîyê Weqfa me ve bihê çapkirin û ji bo raya giştî bihê pêşkêşkirin.

Dîrok: 10.05.2019