
Kargehên Çanda Devkî û Berhevkarîya Berhemên Folklorê
Koma folklorê ya ji bîst berhevkarên ciwan yên folklorê pêk dihê ku di bin banê Weqfa me da xebatên folklorê bi rê ve dibin, heta îro ji bo ku xebatên xwe, di navbera xwe da nîqaş bikin û binirxinîn, gelek xebatên kargehê li dar xistine. Di van kargehan da yekî pispor jî beşdar dibû û şêwirmendîya wan dikir. Bi vî awayî her yek ji endamên komê, derfet dît ku xebatên kirine pêşkêş bike û kêmasîyên xwe bibîne û temam bike.



Dîrok: 03.08.2018