Ji bo li Weqfa Mezopotamyayê di pozîsyona karê  “Birêvebirina Malpera Mezopotamyapirtûkê ya Dijîtal” da bixebite, hewcedarî bi hevalekê/î heye.

Kesên ku dixwazin di vê pozîsyonê da bi me ra bixebitin, li jêr, ji bo karî berpirsyarî û taybetmendîyên ku tên xwastin hatine rêzkirin. Kesên ku dê serî li karî bidin, pêşî divê CVya xwe ji e-maîla Weqfa Mezopotamya [email protected] ra bişînin.

Roja dawî ji bo serlêdanê: 30.09.2023 ye.

 

Kar û Berpirsyarî:

·        Birêvebirina Malpera Mezopotamyapirtûkê ya dijîtal

 

Taybetîyên ku divê hebin:

·        Derçûna ji beşeka çarsale ya zanîngehê(tercîhen jin û mezûnê beşa kurdolojî)

·        Zanîna zaravayê kurmancî, zazakî û soranî,

·        Bikaranîna bernameyên Microsoft Ofîcceyê,

Dîrok: 20.09.2023