KURSA BISERTÎFÎKA YA PERWERDEYA TERMÊN HIQÛQÊ BI KURDΠ

Weqfa Mezopotamyayê bi alîkarîya Tora Komîsyonên Zimanê Kurdî yên Baroyên Herêmê kurseka onlayn ya perwerdeya termên hiqûqê li dar dixe. Bêguman yek ji pêşmercên hînbûna her zanistekê, hînbûn û famkirina têgihên taybet bi wê zanistê ye. Lewra jî, armanca sereke ya vê perwerdeyê ew e ku kursîyer têgihên sereke yên hiqûqê bi kurdî nas bikin û naveroka wan têgihan bizanin.

Em dê di heyama perwerdeyê da li ser têgihên sereke yên zanista hiqûqê (şaxên hiqûqê, pergalên hiqûqî, cureyên doz û dadgehan, delîl û cureyên delîlan, cureyên siza û tawanan, girêbest û cureyên wê, naveroka girêbestê, têgihên hiqûqa qanûna bingehîn, têgihên hiqûqa bazirganîyê, têgihên hiqûqa mafên mirovan û hwd) û naveroka wan têgihan bisekinin. Kurs dê sê mehan (kanûna paşîn, sibat, adar) berdewam bike. Ders dê rojên sêşem û înê bên dayîn. Maweya her dersekê du saet in.

Xalên Giring ji bo Serlêdanê:

  • 1. Hemû ders dê bi rêya Zoomê bên dayîn û kontenjana kursê bi 30 kesî sînorkirî ye.
  • 2. Kesên ku dikarin serlêdanê bikin, divê pisporên hiqûqê, parêzer an jî ew kes bin ku di warê hiqûqê da dixebitin.
  • 3. Ji bo serlêdanê divê forma serlêdanê, bêyî kêmasî bê dagirtin. Ji bo dagirtina formê vê lînkê bitikînin:
    LÎNKA SERLÊDANÊ : https://online.wmezopotamyaye.org/application/form/5
  • 4. Roja dawî ya serlêdanê 25.12.2023 
  • 5. Kesên ku hatine qebûlkirin yan jî nehatine qebûlkirin, dê 28.12.2023an bên agahdarkirin. 
  • 6. Ders dê 02.01.2024an dest pê bikin û dê 26.03.2024an bi dawî bên (bi giştî 48 ders).
  • 7. Zimanê perwerdeyê bi kurdîya kurmancî ye û kesên ku ji bo kursê serlêdanê dikin jî divê kurdî baş bizanin.
  • 8. Ji bo mafê wergirtina sertîfîkayê, divê kursîyer bi kêmanî beşdarî ji sedî heştêyê (%80) dersan bibin.
  • 9. Kurs bêpere ye. 

Bernameya Kursê

Têkilî

Whatsapp: 0549 4402220

E-mail: [email protected]

Dîrok: 12.12.2023