Nivîskar | : Cemil Güneş |
Weşanger | : Mezopotamya Vakfı |
Cure | : Lêkolîn |
Sal | : 2020 |
Rûpel | : 144 |
Çap / Hejmar | : 1 |
ISBN | : 9-786058-097551 |
Li Tirkîyeyê her sal bi milyonan zarok ne bi zimanê xwe yê zikmakî, lê bi zimanekî din perwerde dibin. Ev pêvajo jî bi xwe ra gelek pirsgirêkan peyda dike. Armanca vê lêkolînê tesbîtkirina pirsgirêkên zarokên kurdan e ku zimanê wan yê zikmakî ne tirkî ye lê di xwendingehên yekziman da perwerde dibin. Di vê berhemê da, pirsgirêkên hunerwerîyên zarokan yên wekî xwendin, nivîsîn, famkirin, pêwendîdanînê bi hûrgulî hatine vekolan.
Cemil Güneş: Di sala 1989an da li Dêrika Çîyayê Mazî çêbûye. Dibistana seretayî, navîn û ya amadeyî li Dêrika Çîyayê Mazî xwendîye. Di sala 2011an da ji beşa mamostetîya dibistana seretayî ya Zanîngeha Sêrtê derçûye. Li Zanîngeha Artukluyê di beşa Ziman û Çanda Kurdî da, di sala 2018an da lîsansa bilind ya bitez xelas kirîye. Ji 2011an ve di dibistaneka fermî da mamoste ye.