Nivîskar | : Cemîl Çelîk |
Weşanger | : Mezopotamya Vakfı |
Cure | : |
Sal | : 2022 |
Rûpel | : 123 |
Çap / Hejmar | : 1 |
ISBN | : 978-6-05-731181-8 |
Weqfa Mezopotamyayê, di sala 2017an da bi xebata perwerdeya folklorê, gelek berhevkar gihandin. Ev pirtûka li ber destê we, yek ji berhemên wê xebatê ye ku Cemîl Çelîkî berhevkarîya çîrokên dîwanan kirîye. Ev çîrok hem bi awayê helbestkî hem bi awayê pexşankî tên gotin. Çîrokên di vê pirtûkê da, ji herêma Serhedê hatine berhevkirin.
Cemîl Çelîk: Di sala 1992yan da li navçeya Kopê ya Mûşê hatîye dinyayê. Beşa Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê qedandîye. Şeş sal e bi folklorê ra eleqeder dibe û berhevkarîyê dike. Li Stenbolê parêzer e.