Kurmancî | Kirmanckî | English | Türkçe
Weqfa Mezopotamyayê
  • SERRÛPEL
  • WEQIF
    • Armanc
    • Vîzyon
    • Seneda Weqfê
    • Sazgeh
      • Lijneya Rêveberîyê
      • Lijneya Mitewelîyê
      • Lijneya Avakaran
      • Lijneya Venêrînê
      • Xebatkar
  • ÇALAKÎ
    • Xebatên Zimanî
    • Xebatên Folklorê
    • Semîner û Panel
    • Kurs
  • AKTUEL
    • Nûçe
    • Bangewazî
    • Çalakî
  • WEŞAN
    • Pirtûk
    • Kovar
  • PÊWENDÎ
  • Kurmancî
  • Kirmanckî
  • English
  • Türkçe

Kurdîzan - 1

  • SERRÛPEL
  • WEŞAN
  • Pirtûk
  • Kurdîzan - 1
Kurdîzan - 1
Nivîskar: Tahirhan Aydın, Abdurrahman Adak, Zülküf Ergün, Mikail Bülbül
Weşanger: Mezopotamya Vakfı
Cure: Ziman
Sal: 2022
Rûpel: 314
Çap / Hejmar: 2
ISBN: 978-6-05-809758-2
Mezopotamya Pirtuk Gumgumok.com

Kurdîzan ji bo asta destpêkê ji du pirtûkan pêk tê. Yek, Pirtûka Dersê ye, ya din jî Pirtûka Xebatê ye. Pirtûka Dersê li ser hînkirina temayên curbicur û mijarên rêzimanê radiweste, lê Pirtûka Xebatê tenê li ser rahênên van temayan û mijarên rêzimanê radiweste. Di Kurdîzanê da ji bo birêxistin û hêsankirina hînkarîyê, pergala unîte û dersan hatîye bikaranîn. Pirtûk ji du unîteyan û her unîte jî ji 14 dersan pêk tê. Bi tevahî 28 ders di Kurdîzanê da hene. Kurdîzan ji bo perwerdeya dibistanê, bernameyên lîsansê, lîsansa bilind, kursên taybetî û xebatên takekesî hatîye plankirin.

 

Di Kurdîzanê da rêbazên "ji hêsanîyê ber bi zorîyê ve", "ji sadeyîyê ber bi alozîyê ve" hatine bikaranîn. Kurdîzan, wekî pirtûka hînkarîya zimanî, bi awayekî hevseng, bipêşvebirina her çar şîyanên bingehîn ên zimanî ji xwe ra dike armanc ku ew jî guhdarkirin, axiftin, xwendin û nivîsîn in. Di pirtûkê da rêbaza pevalînê (spiral approach) hatîye bikaranîn. Mijarên pêşîn di nava mijarên paşîn da hatine dubarekirin. Bi rêya dubarekirinê, mijarên berê bi dupatkirin û bibîranînan hatine xurtkirin.

 

Her dersek, bi metin yan jî dîyalogekê dest pê dike, piştî wê mijareka rêzimanê cih digire û bi dû ra rahênan tên. Herweha di dawîya her pirtûkekê da ferhengokek hatîye bicihkirin. Di vê ferhengê da manayên tirkî û îngilîzî yên bêjeyan hatine dayîn.

 

Ji bo agahîyên zêde bitikînin.

Vê naverokê parve bike

Naverokên pêwendîdar

  • Pirtûk
  • Kovar

Naverokên nû

Kurdîzan - 1
Kurdîzan - 1
07.11.2022
Senem Xanim
Senem Xanim
26.10.2022
Çîrokên Rovîyan
Çîrokên Rovîyan
26.10.2022
Weqfa Mezopotamyayê dixwaze zanîngehekê ava bike ku hemû beşên civakê bikarin xwe tê da bibînin û di zimanên xwe da perwerdehîyê bikin. Zanîngeha ku ava bibe dê pirzimanî be û di serî kurdî, bi gelek zimanan perwerdehîyê bike.
  • +90 (549) 440 2220
  • +90 (412) 229 4050
  • mezopotamyavakfi@gmail.com
  • Urfa Yolu Üzeri 507. Sk. Serhat Plaza A Blok Kat:11 NO: 29 Kayapınar/Diyarbakır
europen endowment for democracy
Ev malper bi alîkarîya European Endowment for Democracyê hatîye amadekirin. Berpirsîya naverokê bi tevahî ya Weqfa Mezopotamyayê ye.
E-BULTEN
  • Me bişopînin:
Copyrights © 2020 Weqfa Mezopotamyayê. All rights reserved.
  • Polîtîkaya Nepenîyê
  • Şertên Bikaranînê