Xebata Ferhenga Têgihên Hiqûqê

Weqfa me û Baroya Dîyarbekirê ji bo tesbîtkirin û çêkirina termînolojîya hiqûqê, di 2017an da dest bi xebata têgihên hiqûqê kir. Di çarçoveya van komxebatan da komîsyonek ji pisporên hiqûqê û zimannasîyê hat avakirin û bîst û du komxebatên mezin ku hinek ji wan çar rojan dewam kirin, hatin lidarxistin. Di van komxebatan da li ser nêzî hezar têgihên bingehîn yên hiqûqê nîqaş çêbûn û bergindên kurdîya wan terman hatin dîyarkirin. Di encamê da ev xebat, wekî ferheng hat çapkirin ku tê da hem pênaseyên kurdî yên terman hem jî bergindên terman yên bi zimanê tirkî, îngilîzî, erebî û farisî hene.

Dîrok: 13.07.2017