Xebata Standardîzasyonê
Weqfa me ji bo nirxandin û tesbîtkirina rewşa standardîzasyona kurdîya kurmancî, di 1-2ê gulana 2017an da komxebateka mezin pêk anî. Gelek akademîsyenên ji zanîngehên Duhok, Zaxo, Newroz, Artuklu, Van, Dîcle û Bogazîçîyê beşdarî vê komxebatê bûn û 14 teblîxên akademîk tê da hatin pêşkêşkirin. Piştî gelek nîqaşên dûrûdirêj yên akademîk, xebat bi nivîsîn û xwendina encamnameyekê bi dawî bû.
Dîrok: 02.05.2017