Xebata Ferhenga Rastnivîsînê

Ji bo standardîzasyona zimanekî yek ji xebatên herî bingehîn ku divê bihê kirin, ferhengeka rastnivîsînê ye. Komîsyona zimanî ya weqfa me ku ji bîst kesan pêk dihê, ji bo standardîzasyona kurdîyê xebata ferhenga rastnivîsînê dike. Xebata ku di 25ê kanûna pêşîn ya 2017an da dest pê kirîye û dihê pêşbînkirin ku dê di 2022an da biqede. Ji bo vê xebatê, pêşî hemû varyantên têkildarî peyvekê dihên komkirin û paşê jî ji nava van varyantan, peyva herî guncaw ya ji bo zimanê nivîskî dihê bijartin. Dema ev xebat bi dawî bibe, dê wekî ferheng çap bibe û bi raya giştî ra bihê parvekirin.

Dîrok: 25.12.2017