Kursa Rêzimana Kurmancîyê ya Nûjen -1

Weqfa Mezopotamyayê di çarçoveya rêzimana nûjen da kursek ji bo rêzimana kurmancîyê li dar xist. Bîst kesên ku bi piranî xwendekarên master û doktorayê yên beşên kurdî yên zanîngehan bûn, beşdarî vê kursê bûn û kursê sê mehan dewam kir. Vê kursê (7ê adara 2020an) bi awayekî rûbibû dest pê kir lê ji ber pandemîyê bi awayekî onlayn dewam kir. Kurs hefteyê du rojan pêk dihat û tê da gelek dersên têkildarî mijarên morfolojî, morfo-sentaks û sentaksa kurmancîyê dihatin dayîn. Zimannas Samî Tan, Zana Farqînî, Bahoz Baran û Mikail Bulbul dersdarên vê kursê bûn.

Dîrok: 04.05.2020