Kursa Çanda Devkî û Berhevkarîya Berhemên Folklorê -1

Weqfa me ji bo ku berhemên çanda devkî û folklorê bi rêbaz û metodên rast û zanistî bihên berhevkirin û vekolan, di mehên sibat û adara 2017ê da kursek sê hefteyî li dar xist. Di vê perwerdehîyê da ku bîst kes beşdar bûbûn, kesên pispor yên qada zanista folklorê dersên curbicur dan. Kursa ku perwerdehîya mijarên wekî dîroka lêkolînên folklora kurdî, fonolojîya kurdî, rêbazên xebatên qadî, nivîsîna keresteyên berhevkirinê, cudahîyên di navbera zimanê nivîsîn û axiftinê hatin dayîn, bi awayekî gelek kêrhatî bidawî bû. Piştî pêvajoya kursê ji bo beşdarên ku dê xebatên meydanî bikin, hem bi tayînkirina şêwirmendan hem jî bi piştgirîya teknîkê alîkarî hat kirin. Herweha di bin banê Weqfê da ji bo xebatên folklorê odeyek wekî pirtûkxane û cihê xebatê hat sererastkirin ku lêkoler bikarin lê bixebitin û lêkolînan bikin.

Dîrok: 30.03.2017