Weqfa Mezopotamyayê bi mebesta avakirina zanîngeheka tevdigere ku xwedî van mîsyonan e:
Pirzimanî û gerdûnî ku zimanê wê di serî da kurdî be.
Azadîxwaz, demokratîk, rexneyî, afirîner, pirsyarker, wekhev, piştevan, paydar û xwedî etîk be.
Xwedî vîzyoneka ekolojîk ku dewlemendîyên çandî û suriştî ji bo pêşketina herêmê bi kar diîne.
Ji bo nûjenî û hevkarîyên akademîk amade be û piştgirîya danehava zanistî ya gerdûnî bike.
Çand û zimanê kurdî di hemû qadên jiyanê da bi pêş bixe ku di qada gerdûnî, hemû dîsîplînên zanistî, perwerdehî, lêkolîn û çalakîyên weşangerîyê da bihê bikaranîn.