Resepsîyona nasandina “Ferhenga Têgihên Hiqûqê”

Ferhenga Têgihên Hiqûqê bi hevkarîya Weqfa Mezopotamyayê û Baroya Dîyarbekirê, di encama 22 komxebatên mezin da hatibû amadekirin. Weqfa Mezopotamyayê û Baroya Dîyarbekirê ji bo nasandina vê ferhengê li salona Weqfa Tahir Elçîyî, bi hev ra resepsîyonek li dar xist. Bi sedan hiqûqnas, rewşenbîr û vekoler beşdarî vê resepsîyonê bûn û resepsîyon gelekî xweş derbas bû. Serokê Baroya Dîyarbekirê Cîhan Aydin û Serokê Lijneya Mutewelî ya Weqfa Mezopoptamyayê Selîm Olçer, axivîn û behsa naverok û giringîya vê xebatê kirin.

Dîrok: 25.12.2019