Ji aliyê Weqfa Mezopotamya ve, pirtukek derbarê rêzimana Kurdî de hat çapkirin, ku xebatên Mela Mehmûdê Bazidîyî yên 160 sal berê hatî kirin tê de cih digirin. Balkêş e, ku Mela Mehmûdê Bazidîyî jî, ji bo ku Kurdî hînî Konsolosê Rûsî yê Erziromê bike, ew xebat kirin.

Di sala 1860î de li bajarê Erzirom a Bakurê Kurdistanê Konsolosê Rûsî yê bi navê Alexandir Jaba dixwaze hînî Kurdî bibe. Ji bo vê yeke jî Alexsandir Jaba Mela Mehmûdê Bazidîyî Bazidîyî peyda dike û ji wî waneyên Kurdî distîne. Ev daxwaza Jabayî dibe wesîle ku yekem xebata rêzimana xwerû Kurdî derkeve holê. Xebatên Mela Mehmûdê Bazidîyî jî piştî 160 salan ji aliyê Weqfa Mezopotamya ve wek pirtuk hat çapkirin. Pirtuka bi navê "Tûhfetûl XîlanFî Zimanê Kurdan" ji aliyê nivîskar Mikaîl Bilbil û Mistefa Oztirk ve hatiye amadekirin. Nivîskar Mîkaîl Bilbil amaje dike girîng e ku 160 sal berê Kurdan derbarê rêziman de bi zimanê xwe berhem dane.

Mikaîl Bilbil-Nivîskar- dibêje"Ev pirtuk ne tenê rêziman e, beşa yekem rêziman e û 77 rupelê wê rêziman e. Beşa duyem ferheng e. Ferhengek gelek berfireh e qasî 50 rupelî ye, têra xwe jî balkêş e. Beşa din jî diyalog e."

Yek ji girîngiya Rêzimana Mela Mehmûdê Bazidîyî jî ew e ku di demê hatî nivîsîn de li Erziromê û pirraniya Serhedê bikaranîna zimanê Kurdî di asteke gelek bilind de bû û berovajiya rewşa niha bû. Nivîskar Mikaîl Bilbil dibêje xebata Mela Mehmûdê Bazidîyî di heman demê de bo Kurdan mîrateke hêja û çavkaniyek girîng e.

Mikaîl Bilbil-Nivîskar- got:"Xebatên bi vî rengî sermiyanên me Kurdan in. Li bîblîyografiya Kurdî zêde dibe. Dema ku yek bixwaze xebatêkê bike pirr girîng e ku zanibe beriya wî çi hatiye kirin. Wexta meriv çap neke û tişt belav nebe, mirov jê sudê wernegirin, wek referans neye dîtin xebat kêm dimînin."

Di xebatên Mela Mehmûdê Bazidîyî de li gel agahiyên rêzimanê di heman demê de ferhengek  jî heye ku ferhenga Kurdî-Tirkî ye. Di vê ferhengê de gelek peyvên ku di ferhengên roja me de cih nagirin jî hene ku yek ji van peyvan jî "Konelk" e ku ji sêhwanê re tê gotin. Amadekarên pirtukê bang dikin ku lêkolînên dîrokî yên derbarê zimanê Kurdî de gelek pêwîst û girîng in.

çavkanî: K24

Dîrok: 09.03.2020