K24 – Diyarbekir

Ji bo ku Zaravayê Kurmancî bi rêk û pêk di jiyana rojane de were bikaranîn Komxebata Kurmancî Rêbera Rastnivîsînê amade kir. 18 zimannasên ku ji çar aliyên Kurdistanê gihîştibûn hev û din û li Diyarbekirê Rêbera Rastnivîsînê dan naskirin. Daxwaza zimannasan ji Kurdan ew e ku pêşî li şaşitî û xeletiyên ku tên kirin were girtin û êdî zimanê Kurdî bi rêk û pêk were bikaranîn.

Di salên dawî de sazî û dezgehên Kurdan li ser pêşvebirina zimanê Kurdî xebatên berfireh dikin. Weqfa Mezopotamyayê ji bo ku Zaravayê Kurmancî bi awayeke rêk û pêk were bikaranîn 18 zimannasên ji çar aliyên welêt û cîhanê ango Komxebata Kurmancî li hev civand û pirtûkeke bi navê Rêbera Rastnivîsînê amade kir. Ji bo danasîna pirtûkê, zimannas li Diyarbekirê civiyan. Li gorî ku Serokê Rêberiya Weqfa Mezopotamyayê Osman Akyil dibêje, pirtûk ji bo 130 sazî û komeleyên ku li ser Kurdî xebatan dimeşînin re rêkirine û pirtûk ji pêşniyaz û rexneyan re vekirî ye.

Serokê Rêveberiya Weqfa Mezopotamyayê Osman Akyil li ser amadekirina vê pirtûkê ji K24ê re got: "Me komek ji pisporan yên zanîngehên Başur ava kir, komej ji dîaspora Kurdan wekî Enstîtûya Parîsê ku ev 35 sal in xebatan dimeşînin, komek ji zanîngehê Bakur yên ku lê dersa Kurdolojî hene û Enstîtûya Stenbolê ava kir. Ev pirtûk bi konsensûsekê hatiye amadekirin."

Xebata amadekirina Rêbera Rastnivîsandinê 2 sal û 6 mehan dewam kir. Zimannasên 4 aliyên Welêt yên wekî Malmisanij,  Mahmûd Lewendî,  Samî Tan, Zana Farqînî, Behroz Şucaî, Newzad Hirorî û hîn gelek zimannasên pispor gihîştin hev û di encama nîqaş û guftûgoyan de ev rêber hat amadekirin. Di pirtûkê de, xalbendî, nivîsîna tarîxê, nivîsînsa hejmaran, tewang, kurtkirin û nivîsîna hin bêjeyan û hîn gelek xalên girîng cih digire. Profesor Evdilwehab Xalid li Zanîngeha Zaxo akademsîyen e û di amadekirina Rêbera Rastnivîsînê de cih girtiye. Xalid daxwazê ji Kurdên Bakur dike ku li zimanê xwe xwedî derkevin û zimanê xwe bi rêk û pêk bi kar bînin.

Profesor Evdilwehab Xalid ji Zanîngeha Zaxo ji K24ê re wiha axivî: "Ji ber ku Zimanê Kurdî li Başurê Kurdistanê fermî ye me jî cerebeya xwe bi zimannasên Bakurî re par ve kir. Me ji bo rastnivîsandinê gelek zehmetî kişandin. Lê me rastnivîsîneke baş amade kir. Me cerebeya xwe ya di warê zimannasiyê de bi biraderên Bakurî re par ve kir da ku em bikaribin bi rengeke baş vê proseyê bibin serî."

Rêveberên Weqfa Mezopotamyayê amaje dikin ku ji bilî vê pirtûkê dê ji bo bi rêk û pêkkirina zimanê Kurdî xebatên xwe bidomînin. Daxwaza zimannasên Komxebata Kurmancî ew e ku, nivîskar, rojnameger, akademîsyen û hemû kesên ku li ser nivîsandina Kurmancî dixebitin balê bidin vê xebatê û pêşniyaz û fikirên xwe bi wan re par ve bikin. Kesên ku bixwazin Pirtûka bi navê Rêbera Rastnivîsînê ya Kurmancî bi dest bixin dikarin ji pirtûkfiroşan peyda bikin.

çavkanî: K24

Dîrok: 26.02.2019