Panela “Xebatên Folklorê û Nasnameya Kurdî”

Weqfa Mezopotamyayê di çarçoveya rojên 7. ya Fuara Pirtûkan ya Amedê da panelek bi navê “Xebatên Folklorê û Nasmeya Kurdî” li dar xist. Akademîsyenên ku di qada xwe da dihên nasîn, prof. dr Şûkrîye Resul, prof. dr Celîlê Celîl û prof dr Kadrî Yildirim wekî panelîst beşdarî panelê bûn. Di panelê da ku Mikaîl Bulbulî moderatorîya wê kiribû, mijarên wekî “folklor û avakirina neteweyê”, “xebatên zanista folklora kurdan” û “giringîya xebatên folklorê” ji alîyê panelîstan ve hatin nîqaşkirin û nirxandin. Gelek kes beşdarî panelê bûn û panel rastî eleqeyeka mezin hat.

Dîrok: 05.10.2019