Panela “ Zarok û Zimanê Zikmakî di Perwerdehîyê da”

Weqfa Mezopotamyayê di rojên 7. ya Fuara Pirtûkan ya Amedê da panela “Zarok û Zimanê Zikmakî di Perwerdehîyê da” li Salona Firatê li dar xist. Perwerdekar Feray Olçerê moderatorîya panelê kir. Di panelê da lêkoler Cemîl Gûneş û Ubeydullah Platîn, li ser pirsgirêkên zarokên ku zimanê wan yê zikmakî ne tirkî ye sekinîn û ew ji alîyê hunerwerîyên wekî xwendin, nivîsîn, famkirin, pêwendîdanînê nirxandin û pirsgirêkên ku dijîn destnîşan kirin.

 

Dîrok: 29.09.2019