Kurmancî | Kirmanckî | English | Türkçe
Weqfa Mezopotamyayê
  • SERRÛPEL
  • WEQIF
    • Armanc
    • Vîzyon
    • Seneda Weqfê
    • Sazgeh
      • Lijneya Rêveberîyê
      • Lijneya Mitewelîyê
      • Lijneya Avakaran
      • Lijneya Venêrînê
      • Xebatkar
  • ÇALAKÎ
    • Xebatên Zimanî
    • Xebatên Folklorê
    • Semîner û Panel
    • Kurs
  • AKTUEL
    • Nûçe
    • Bangewazî
    • Çalakî
  • WEŞAN
    • Pirtûk
    • Kovar
  • PÊWENDÎ
  • Kurmancî
  • Kirmanckî
  • English
  • Türkçe

Folklor û Ziman 5

  • SERRÛPEL
  • WEŞAN
  • Kovar
  • Folklor û Ziman 5
Folklor û Ziman 5
Edîtor: Mustafa Aslan, Mikail Bülbül
Weşanger: Mezopotamya Vakfı
Cure: Kovar
Sal - Hejmar: 2022 - 5
Rûpel: 139
ISSN: 2667-6435
Mezopotamya Pirtuk Gumgumok.com

Hejmara pêncem ya kovara "Folklor û Ziman"ê çap bû. Folklor û Ziman di banê Weqfa Mezopotamyayê da, salê du caran (nîsan û çirîya pêşîn) derdikeve û kovareke bihekem û navneteweyî ye. Di kovarê da xebatên akademîk yên li ser folklor û zimanê kurdî cih digirin.

Di vê hejmara kovarê da gotarên zanistî, analîza berheman bi awayekî berawirdkirî û nirxandina pirtûkan hene. Bi kurtasî em dikarin wisa behsa naveroka kovarê bikin:

Naveroka vê hejmarê ji sê beşan pêk tê. Di beşa yekem de gotar hene ku di vê beşê da sê nivîskar ji alîyê mijar û naverokê ve gotarên cuda û têrûtijî pêşkeşî xwîneran dikin. Xebata yekem ya vê beşê bi sernavê "Urf û Adetên li dor Rîtên Bihurê yên Zayînê: Nimûneya Herêma Sêwregê" gotara Mesut Candanî ye. Xebata duyem ya beşa gotarê nivîsa Mustafa Aslan e ku bi sernavê "Analîza Taybetmendîyên Hunera Dengbêjîyê" di kovarê da cih girtîye. Xebata dawî ya vê beşa gotarê jî nivîsa bi sernavê “Nirxandinek li ser Mîtosa Kawayê Heskinkar li gor Nêrîna Etno-Sembolîst û Mîtên Etnîk” e ku ew jî ji alîyê Habibe Plattağê ve hatîye nivîsîn. 

Ligel vê yekê di beşa analîza berheman da jî nivîsa Sevda Orak Reşitoğlu ya bi sernavê "Berawirdkirina Kovara Hawarê û Rêbera Rastnivîsînê ya Komxebata Kurmancîyê ji Alîyê Rastnivîsînê ve" heye ku nivîskar di vê xebata xwe da hewl dide balê bikşîne ser giringîya standardkirina zimên û têkilîya wê ya bi rastnivîsînê ra. Xwîner gava berê xwe bide beşa nirxandina berheman jî dê nivîsa Berivan Matyarê ya bi navê "Nirxandina Pirtûka"Zêrka Zêra, Cureyên Edebîyata Gelêrî ji Derdora Mêrdînê"" bibîne. 

 *Ji bo abonetîya kovarê hûn dikarin bi me ra têkevin têkilîyê.

Tel-WhatsApp: 0549 440 20 22

Vê naverokê parve bike

Naverokên pêwendîdar

  • Pirtûk
  • Kovar

Naverokên nû

Folklor û Ziman 6
Folklor û Ziman 6
12.02.2025
Folklora Me 14
Folklora Me 14
12.02.2025
Folklora Me 13
Folklora Me 13
12.02.2025
Weqfa Mezopotamyayê dixwaze zanîngehekê ava bike ku hemû beşên civakê bikarin xwe tê da bibînin û di zimanên xwe da perwerdehîyê bikin. Zanîngeha ku ava bibe dê pirzimanî be û di serî kurdî, bi gelek zimanan perwerdehîyê bike.
  • +90 (549) 440 2220
  • +90 (412) 229 4050
  • [email protected]
  • Urfa Yolu Üzeri 507. Sk. Serhat Plaza A Blok Kat:11 NO: 29 Kayapınar/Diyarbakır
europen endowment for democracy
Ev malper bi alîkarîya European Endowment for Democracyê hatîye amadekirin. Berpirsîya naverokê bi tevahî ya Weqfa Mezopotamyayê ye.
E-BULTEN
  • Me bişopînin:
Copyrights © 2020 Weqfa Mezopotamyayê. All rights reserved.
  • Polîtîkaya Nepenîyê
  • Şertên Bikaranînê