Kurmancî | Kirmanckî | English | Türkçe
Weqfa Mezopotamyayê
  • SERRÛPEL
  • WEQIF
    • Armanc
    • Vîzyon
    • Seneda Weqfê
    • Sazgeh
      • Lijneya Rêveberîyê
      • Lijneya Mitewelîyê
      • Lijneya Avakaran
      • Lijneya Venêrînê
      • Xebatkar
  • ÇALAKÎ
    • Xebatên Zimanî
    • Xebatên Folklorê
    • Semîner û Panel
    • Kurs
  • AKTUEL
    • Nûçe
    • Bangewazî
    • Çalakî
  • WEŞAN
    • Pirtûk
    • Kovar
  • PÊWENDÎ
  • Kurmancî
  • Kirmanckî
  • English
  • Türkçe

Folklor û Ziman 4

  • SERRÛPEL
  • WEŞAN
  • Kovar
  • Folklor û Ziman 4
Folklor û Ziman 4
Edîtor: Mustafa Aslan, Mikail Bülbül
Weşanger: Mezopotamya Vakfı
Cure: Kovar
Sal - Hejmar: 2021 - 4
Rûpel: 157
ISSN: 2667-6435
Mezopotamya Pirtuk Gumgumok.com

Folkor û Ziman Hejmara 4.

Hejmara çarem ya kovara “Folkor û Ziman”ê çap bû. Folklor û Ziman di bin banê Weqfa Mezopotamyayê da, salê du caran (nîsan û çirîya pêşîn) derdikeve û kovareka bihekem û navneteweyî ye. Di kovarê da xebatên akademîk yên li ser folklor û zimanê kurdî cih digirin.

Di vê hejmara çarem da gotarên zanistî, wergêran, analîza berheman û nirxandina pirtûkan hene. Em dikarin bi kurtî wan weha vebêjin:

Yasin Duranî di gotara xwe ya bi navê “Analîza Çîroka Mihemed Begê Spîvanîyê li gor Çar Fonksîyonên Folklorê yên William R. Bascomî”yê da, bi xebateka sehayî hem çîroka “Mihemed Begê Spîvanê”yê qeyd û deşîfre kirîye û hem jî analîza wê li gor teorîya William R. Bascomî kirîye. Şukrî Yilmazî di gotara xwe ya bi navê “Zêmarên Kurdî yên Kafkasya û Herêma Mêrdînê: ji Hêla Teşe, Naverok û Zimanî ve”yê da, bi materyalên her du herêman,naverok, teşe û zimanê zêmaran,berawird û analîz kirine û li gor keresteyên ku li ser xebitîye, hin encam pêşkêş kirine. Lokman Kalanî di gotara xwe ya bi navê “Dem di Devoka Torê da”yê da, li ser materyalên sehayî yên devoka Torê, bikaranîn dem û xuyangên rêzimanî analîz kirine.

Akademîsyen Mustafa Aslan û Ayhan Yildiz di gotara xwe ya bi navê “Nirxandina Kurteçîrokên Mela Mehmûdê Bazîdîyî yên bi navê Durru’l-Mecalîsê”ê da, hem li ser jîyan û giringîya Mela Mehmûdî sekinîne hem jî 84 çîrokên ku di arşîva destxetan ya Aleksandre Jabayî da peyda bûne, ji çend alîyan ve analîz kirine. Di vê hejmarê da, gotareka wergêrayî jî çap bûye. Gotara Yaron Matrasî ku ji bo rêzimana kurmancî xebateka giring e û bi îngilîzî hatibû nivîsin ji hêla Umran Altinkiliç û Sinan Gultekînî ve hatîye wergêran.

Di beşa nirxandina pirtûkan da jî du pirtûk hene. Yek jê ya Deniz Gunduzî ye ku li ser zimanî hatîye nivîsîn û berawirdîya zimanê avestî û kirmanckî dike û xebateka etîmolojîk e, ji alîyê Pinar Yildizê ve bi dîyalekta kirmanckî hatîye nirxandin. Ya din jî pirtûka Dîyarî Asûrê ye ku xebateka berhevkarîyê ye û li ser çîrokên herêma Êlihê ye. Ev pirtûk jî ji alîyê akademîsyen Ayhan Yildizî ve hatîye nirxandin.

*Ji bo abonetîya kovarê hûn dikarin bi me ra têkevin têkilîyê

 Tel-WhatsApp: 0549 440 22 20

Çend rûpel ji kovarê

Vê naverokê parve bike

Naverokên pêwendîdar

  • Pirtûk
  • Kovar

Naverokên nû

Folklor û Ziman 6
Folklor û Ziman 6
12.02.2025
Folklora Me 14
Folklora Me 14
12.02.2025
Folklora Me 13
Folklora Me 13
12.02.2025
Weqfa Mezopotamyayê dixwaze zanîngehekê ava bike ku hemû beşên civakê bikarin xwe tê da bibînin û di zimanên xwe da perwerdehîyê bikin. Zanîngeha ku ava bibe dê pirzimanî be û di serî kurdî, bi gelek zimanan perwerdehîyê bike.
  • +90 (549) 440 2220
  • +90 (412) 229 4050
  • [email protected]
  • Urfa Yolu Üzeri 507. Sk. Serhat Plaza A Blok Kat:11 NO: 29 Kayapınar/Diyarbakır
europen endowment for democracy
Ev malper bi alîkarîya European Endowment for Democracyê hatîye amadekirin. Berpirsîya naverokê bi tevahî ya Weqfa Mezopotamyayê ye.
E-BULTEN
  • Me bişopînin:
Copyrights © 2020 Weqfa Mezopotamyayê. All rights reserved.
  • Polîtîkaya Nepenîyê
  • Şertên Bikaranînê