Weqfa Mezopotamyayê di 22yê çirîya pêşîn, 2021ê da kursa sêyem ya rêzimana kurmancîyê li dar xist.

Di vê kursê da di çarçoveya rêzimana nûjen da li ser morfolojî, morfo-sentaks û sentaksa kurmancîyê gelek ders hatin dayîn. Armanca vê kursê ew bû ku di çerçoveya rêzimana nûjen ya kurmancî û babetên zimannasîyê da, em perwerdeyê bidin û alîkarîya vekoleran bikin. Ev kursa navborî  yazdeh hefteyan (22.10.2021 – 06.01.2022) dewam kir û hemû ders li ser Zoomê hatin dayîn. Her dersek du saet bûn ku saetek pêşkêşîya mamosta bû û saetek jî ji pirs û bersivan pêk dihat.

Di kursê da gelek zimannasan dersên gelekî giring pêşkêş kirin. Behrûz Şucaî, Beyanî Şahîn, Ergîn Opengîn, Jafer Şêxulîslamî, Mihemed Teqewî, Mîkaîl Bulbul, Mustafa Aydogan, Newzad Hirorî , Sînan Gultekîn, Umran Aran, Zana Farqînî dersdarên vê kursê bûn û kurs bi awayekî serkeftî bi dawî bû.

Dîrok: 27.01.2022