Rêbera Rastnivîsînê Derket

Ji bo di nivîsîna kurmancî de tevlihevî safî bibe, kîtabek hat nivîsîn. Ji 4 aliyên dinyayê 18 zimannas û lêkolînerên kurd 2 salan xebitîn û wan rêbera rastnivîsînê derxist. Zanîngeh, çapemenî û weşenxaneyên kurmancî êdî wê li gorî qaîdeyên vê kîtabê tevbigerin. Weqfa Mezopotamyayê du salan beriya niha, bi beşdarîya gelek zimannasan komxebata Kurmancîyê ava kir. Ji 4 aliyên dinyayê 18 zimannas, nivîskar, akademisyen û lêkolîner heft caran civiyan û li ser zimanê kurdî şixûlîn. Piştî xebatên taybet Rêbera Rastnisînê hat amadekirin. Di kîtabê de 229 rûpel hene. Rêbera Rastnivîsînê, qaîdeyên nivîsîna bi Kurmancî dîyar dike û rê li ber tevlihevîyan digire. Ev rêber, berhemeke hevpar e. Ji bo nasandina Rêbera Rastnivîsînê li Amedê resepsîyon hat lidarxistin. Gelek pisporên ziman û nivîskar hatin resepsîyonê.

Çavkanî: trtkurdî

Dîrok: 26.01.2019